Dıyarbekir (Kürtçe) / Servet Erdil



Bajarê qedîm Dîyarbekir!
Ramana te ji bo giyanê min başe.
Nur Amid a Hayatî Avşar,
Amed a Mezopotamyayê,
Diyarbekir a Enver Axa yê Hewrane,
Dıyabakır a Komarê.
Navê te çi dibe bila bibe;
Ponijîna welatê nivîskar û helbestvanan ji bo giyanê min başe.
Bi deriyê Rihayê re, bi deriyê Mêrdînê re, bi deriyê çîyê re,
Li ber xwe dan a dîroka deh hezar salî re.
Ponijîna medenîyetên pîroz;
Û dema ku me çavên xwe li ser sûrên dîrokî digerandin,
Me bi fîgurên ku li ser keviran hatine hûnandin.
Û bi nivîsarên ku derheqa demê hatine nivîsandin hissa ebediyete
dida me!
Birca Bizinê ku mirov tu car ji temaşekirina wê têr nabe.
Baxçe Hevsele ku li wir çavên me yên reş kesk dixuya!
Mizgefta yekem a Mekkê û Medîneyê ku li Anatolyayê vebû.
Fikra mizgefta pêncemîn a îslamê.
Û bi gotina Evliya Çelebi:
“Kî ku li vê mizgeftê du rekat secda bike ye di dilê xwe de hest bike ku
secda wî di astek rast de tête pejirandin.”
Mizgefta ku wî bi van gotinên xwe heyranî ya xwe aşikar kiriye.
Ponijîn…
Minarê ya ku penç sedsal li ser çar stûnan sekinîye, yên ku dibînin
nikarin çavên xwe ji seyra wê bigrin.
Û deh çavên me hebûya
Eme dîsa ji temaşe kirina wê têr nebuyana!
Çemê Dîcle,
Koşka Gazî,
Çîyayê Çilan,
Fikirîn ji bo giyanê min xweş tê!
Pirên navbera dilan ku me jiyana xwe jê re fêde kiriye,
Pira Malabadê ku medeniyetan digihîne hev û du.
Evînên ku li Anatolyayê li ser xalîçeyan hatine hûnandin.
Bizanibin ku li Mezopotamyayê li ser zîv û paxir tê hûnandin!
Kena şêrîn a Dêrika Meryem Ana ku tenêtiya wê bi tenê geştiyaran
xera dibe.
Ramanin ji bo giyanê min baş e.
Qehîrina netewên wek Ermenî, Kildanî, Suryanî û Misilman ku hezar
salan bi hev û du re jiyanê.
Wekî helbestvanê vejînê gotiye:
Ger ez bişewitim, qelek heye ku ji xuliya min bê çêkirin.
Di singa min de rehek heye ku sirgûn ya min tîne bîra min!
Ez ji te hêvîdarim!
Ez ji te hêvîdarim!
Bajarê kevnar, ê ku ez evîndarê kevirên wê yên reşim.
Ramana tê ji bo giyanê min baş e!
Şîretên bavan ku di pirtûkan de hil nayên.
Tehm a ku di nav xwarinên dayikan de kêl pê de diçû
Nanê tendûrê
Û
Bîranîna
Şerbeta meyane ku me di germa havînê de ji tasên paxir vedixwar.
Kebaba kezebê, yên ku bêhna wê di kolanan de ewil diçû yên ku
kezaba wan şewiti bû.
Ziyafet ên ku me dewisandina êşên jiyanê bi tûjîtiya çiğköfte dikir.
Qehwa melengice ku me li ser xatirê hevaltiyê li xana Hasan Paşê
vedixwar.
Taştê yên cur bi cur, qadayif ên burma ku mirov ti car jê têr nabe.
Rojên ku me di germahiya hişkker a tava sincirî de rehetî di xwarina
zebeş de didît.
Carsiya Şewitî ku di dilên me de agirekî nemir vêxisti bû.
Rewşa ciwanên ku mejiyê wan li Xana Qazanciyan bi şeraba evînê
dişewitî.
Ramanina tê ji bo giyanê min başe!
Wek gotina Siltan Suleyman:
“li cem gel wekî dewletê ti tişt derbasdar tune.
Dewlet jî li cîhanê wek mîna bêhnek tenduristiyê yê.”
Bajarê kevnar ku hewa û ava wê dermanê!
Ramanina tê ji bo giyanê min baş e!
Ramanin tê ji bo giyanê min baş e!
Wek ku em nêz bûna artêşa pêxember bi dengên nalan û hirina
hespên wan dibihîzin!
Axa sehabiyan,
Fikirîna tê aramîye dide min.
Helbestvanê bêtirs ê bajara ku ji azadiya xwe hez dike;
Ahmed Arif:
Tû bikin di rûyê celad
keysbaz, fesad û xaîn de.
Ber xwe bide bi pirtûkan,
Ber xwe bide bi karan,
Bi diran, bi neynûkan
Bi hêvî, bi evîn, bi xewn.
Ber bi xwe bide min rezîl neke.
Tu şerm li eniya me nîne.
Tu xaç di bin biçengen me de veşartî nîne.
Me tenê ev gel zew hez kir;
Û vî welatî.
Li ev e nebaşiya meya tirsgiran a efnabe. “
Ramanina xêzên tê ji bo giyanê min baş in.
Gava ku guh dida gotina Seyîthan: têlli têlli…
li Mala Dengbêjan;
Bi baweriya ku ji birînan hatine vekirin dê rojek baş bibe!
Ponijîn!
Bajara ku yên bigiri tên û bi girî vekirî dişîne.
Mirovên ku germahiya xwe ji germa havînê digirin!
Taxa Iskender Paşa ya zaroktiya me!
Ponijîn…
Û Ji helbestvan diherikî dilê min:
“Ez welatek dixwazim,
Ne tengasiya destpêkê û ne jî hesreta dil.
Dawiya şerê bira hebûya.
Jiyan mîna hezkirin e. “
Rezên hîs dikin!
Bajarê qedîm Diyarbekir
Fikirîna te ji bo giyanê min baş e!
Fikirîna we ji bo Giyanê min baş e!
…………
Beriya her tiştî, ev berhem ji bo ruhên azîz yên hêla mamê minê
wefatkirî Abdüssettar Hayati AVŞAR û bapîrê min Enver İLDENİZ û ji
bo hemî gelê Diyarbekirê û evîndarên Diyarbekirê re hatiye nivîsandin
Ez pêşkêşî wan dikim.

Bir Cevap Yazın

Aşağıya bilgilerinizi girin veya oturum açmak için bir simgeye tıklayın:

WordPress.com Logosu

WordPress.com hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap /  Değiştir )

Facebook fotoğrafı

Facebook hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap /  Değiştir )

Connecting to %s

WordPress.com'da bir web sitesi veya blog oluşturun

Yukarı ↑

%d blogcu bunu beğendi: